Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya keça Azad Cindiyanî dibe

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî behiya keça Azad Cindiyanî dibe û hevxemiya xwe ji bo kesûkarên wê diyar dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvro îro (Sêşem, 17.09.2024) li Hewlêrê tevlî behiya Elinda keça kesatiyê siyasî û rewşenbîrî yê navdar ê Kurdistanê Azad Cindiyanî bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşî li binemal û kesûkarên Xudêjêraziyê kir û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir û ji Xudayê mezin xwast ku canê Xudêjêraziyê bi behiştê şa bike.

Azad Cindiyanî bi navê binemala xwe spasî û rêz ji bo tevlîbûn û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.