Şiwan Kelarî: Çend serpişkî bi kesûkarên şehîdan tên dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê deng li ser pirojeqanûna edilandina yekê ya Dezgeha Şehîdan da û Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî li Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Bi pejirandina edilandina qanûna Dezgeha Şehîdan, çend serpişkî bi kesûkarên şehîdan tên dan.”

Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî li Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî di konferansekî rojnamevanî de bi amadebûna firaksiyonên Kurdistanî ragehand, “Civata Nûnerên Îraqê edilandina yekê ya qanûna Dezgeha Şehîdan pejirand, ev jî wesa dike ku çend serpişkî ji kesûkarên şehîdan bigirin.”

Şiwan Kelarî herwesa got, “Ew şehîdên navên wan li Wezareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, medalyaya Serokatiya Komarê bi kesûkarên wan tê dan, herwesa ji hejmareke bacan tên efûkirin ku bi qanûnê hatiye rêkxistin. Ji bilî vê yekê jî, ên ku li wezaretan fermanber in dikarin rajeyên xwe ji wezaretekê bo wezareteke din vebiguhêzin.”

Navbirî di derheqa xwandina kesûkarên şehîdan de li dû wê qanûnê amaje da, “10 ji kursiyên xwandina bilind li zanîngehan ji bo kesûkarên şehîdan tên terxankirin û ji şert û rênimayan tên efûkirin.”

Her li ser xwandina kesûkarên şehîdan, Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan ron jî kir, “Di dabînkirina kursiyên xwandinê ji bo xwendekaran de, serpişkî ji bo kesûkarên şehîdan e.”