Mesrûr Barzanî berê binyatî bo mezintirîn nexweşxaneya penceşêrê li Hewlêrê dadine

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo mezintirîn nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li Hewlêrê dadine.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 18.09.2024) li bajarê Hewlêrê berê binyatî ji bo mezintirîn nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li ser stê Herêma Kurdistanê û Îraqê dadine.

Ev nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li ser rûberê 19 hezar metrên çargoşeyî tê çêkirin û ji 150 qerewêleyan pêk tê.

Di vê nexweşxaneyê de, pêşkeftîtirîn teknolojiya pizişkî tê dabînkirin û tevaya çareseriyên wekî kîmyoterapî, Skanên PET û CT û MRI, û çandina mejiyê hestiyan û wênegirtina kameraya Gama, û herwesa çend çareseriyên din ên tendirustiyê di bilindtirîn ast de bedrest dibin.