Mesrûr Barzanî: Nexweşxaneya penceşêrê bi ast û kalitiyeke bilind dikeve ber xizmeta welatiyan

Mesrûr Barzanî: Divê kalitiya tendirustiyê li kertê giştî baştir be

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê binyatî ji bo mezintirîn nexweşxaneya çareseriya penceşêrê dana û gotarek pêşkêş kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 18.09.2024) berê binyatî ji bo mezintirîn nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li Hewlêrê dana û di nav merasîmên danana berê binyatî de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got, “Ez dilxweş im ku em berê binyatî ji bo nexweşxaneyeke gelek giring li Hewlêrê dadinin, ku nexweşxaneya çareseriya penceşêrê ye û bi ast û kalitiyeke bilind tê çêkirin û dikeve ber xizmeta welatiyên bajarê Hewlêrê û hemî Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Li Herêma Kurdistanê çend nexweşxaneyên taybet ji bo çareseriya nexweşên penceşêrê hene ku xizmeteke zêde pêşkêşî welatiyan dikin, herwesa nexweşên deverên din ên Îraqê jî ji bo çareseriyê qesta nexweşxaneyên Kurdistanê dikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de spasî û rêz pêşkêşî pizişk û karmendên kertê tendirustiyê kirin, ji ber wê xizmeta ew pêşkêşî welatiyan dikin.

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Pêdivîtiya kertê tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê hêşta bi gelek çaksazî û xizmetan heye, lewma jî ji destpêka vê kabîneyê ve çaksaziya tendirustî ji karên min ên pêşiyê bû. Ji bo vê meremê jî, me pirsyar ji şarezayên derveyê welatî jî kir, lê mixabin ji bo dema du salan givaştin û pejîka Koronayê hemî ket ser vî kertî û bandor li ser pêngavên me hebû. Tevî vê yekê jî, pêngavên berçav ji bo rêkxistina dermanan hatine avêtin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Di kertê tendirustî de, divê kertê giştî û kertê tendirustî bi hev re pêş bikevin, divê kalitiya tendirustiyê di kertê giştî de baştir be. Divê welatî jî li nexweşxaneyên giştî hest bi piştrastî û xizmetê bikin, lewma jî hin pêngavên me yên kiryarkî di vî warî de hatine destpêkirin. Herwesa min nivîsîngeha xwe raspartiye ku bi hevahengiya Wezareta Tendirustiyê wekî pirojeyeke ezmûnkî çend nexweşxaneyên kertê giştî pêş bixin, ji wan jî Nexweşxaneya Rizgariyê ku yek ji mezintirîn nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ye dest bi vê pirojeyê kiriye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Rêjeya penceşêrê li vê deverê jî wekî hemî cîhanê zêde bûye, lewma jî divê em bi hûrî hem kar li ser çarekirina nexweşên xwe bikin û hemî jî baştirîn çareserî ji bo nexweşên xwe peyda bikin. Pêxemetî kêmkirina bargiraniyên çareserkirina nexweşên penceşêrê jî, em alîkariya sindoqa alîkarîkirina nexweşên penceşêrê dikin. Em hêvîdar in welatî û kertê taybet jî bikarin alîkariya vê sindoqê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragehand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî şiyanên xwe pêxemetî baştirkirina rewşa tendirustî û bilindkirina ast û kalitiyên nexweşxane û dezgehên tendirustî araste dike.” Herwesa got, “Me li Herêma Kurdistanê şiyanên zanistî û pizişkî yên gelek gelek baş hene, ku dikarin bi awayekî baştir xizmeta welatiyên me bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de daxwaza zû çarebûnê ji bo tevaya nexweşên penceşêrê kir û got, “Her tiştekê ji bo alîkarî û çarekirina wan di şiyanên me de be, em xemsariyê nakin.” Herwesa hêvî kir ku kompaniya bicihanîna pirojeya çêkirina nexweşxaneya penceşêrê bikare wê nexweşxaneyê zû çê bike, ji bo ku bi zûtirîn dem bikeve ber xizmeta welatiyan.