Konsulê Tirkiyeyê: Em rê nadin pêwendiyên me yên mirovî bi xelkê Dihokê re bê birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê ragihand, Cîgirê Wezîrê Dadê yê wî welatî pêşwazî li malbata Hakim Luqman kiriye û rê nade ku pêwendiyên wan ên mirovî ligel Dihokê qut bibin.

konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Erman Topcu piştî serdana xwe ya bo Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Dihokê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dosyeya kuştina welatiyê Dihokî li Stenbolê berdewam e. Cîgirê Wezîrê Dadê pêşwazî li malbata kesê kuştî kir.

Erman Topcu tekezî li ser wê yekê kir, ew rê nadin ku pêwendiyên wan ên mirovî bi Dihokê re qut bibin

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê da zanîn, “lêkolîn derbarê kuştina wî welatiyê Dihokî berdewam e û tiştê pêwîst hatiye kirin, hêvîdar im careke din rûbirûyê bûyereke wiha nebin.”

Roja 01.09.2024an, sê welatiyên xelkê navçeya Kelekçî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, li Stenbolê li ber Otela Zurichê rastî êrîşeke bi kêran hatin.

Di wê êrîşê de, welatiyê bi navê Hakim Luqman (45 salî) ku bavê 3 zarokan û bazirganekî otomobîlan bû, bi kêran hat kuştin.

Malbata Hekîm Luqman ji K24ê re gotin, “Tenê ji ber ku Hekîm li xwaringeheke Stenbolê bi zimanê Kurdî axiftiye, ji aliyê çend ciwanên Tirk ve êrîşî wî hatiye kirin û bi kêran hatiye kuştin.”