Li Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê dema çinîna simaqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di rojên dawî yên werza havînê de, li bajarê Serdeştê yê li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, dest bi çinîna Simaqê hat kirin.

Simaqa Serdeştê bi awayekî xwezayî dibe, di berhemanîna wan de jî ti madeyên kîmyayî nayên bikaranîn, kalîteya wê ya pir bilind e û li seranserê Îranê daxwazeke mezin li ser heye. Herwiha pêwîstiya Simaqê bi avdanê nîne û bi baranê şîn dibin û tê çinîn.

Endezyarê çandiniyê Selah Husênî dibêje: “Simaq û tirşa ku tê komkirin ji bo kargeh û bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên şandin. Simaq ji bilî ku ji bo xwarinê tê bikaranîn, ji bo hin dermanan jî tê bikaranîn.”

Gundiyên vê herêmê bi hev re û bi hevkariya hev simaqê berhev dikin. Dara simaqê ne pir bilind e, ji ber vê yekê çinîn ji bo karkeran ne dijwar e. Tiştê zehmet ew e, cihê daran û asêbûna çiyayan e.

Karkerê bi navê Xefûr Mihemedpana dibêje: “Em her roj ji demjimêr 06.00 heta 17.00 kar dikin. Em tirşê diçinin, paşê jî dikutin, tenayan jê vediqetînin, piştî paqijkirinê jî em bi torbeyan dişînin bazaran.”

Li Serdeştê zêdetir ji hezar hiktarî darên simaq hene û nêzîkî 2500 ton tê berhemanîn.