Kulîçeyê Diyarbekirê bûye semboleke bajêr

Diyarbekir (K24) – Diyarbekir ji bilî bajarekî, bi çand û dîroka xwe ya bêhempa tê naskirin. Di heman demê de navenda xezîneya gastronomiyê ye jî. Di vê rêwîtiya tahmê de, yekî ku bi navên xwe navdar jî Kulîçeyê Diyarbekir e.

Pêvajoya amadekirina kulîçe, li kolanên Diyarbekirê zû dest pê dike. Bêhnên xweş ku ji firunê bilind dibê li her quncikê bajêr belav dibê. Hosteyên firunê bi tecrubeya ku bi salan bi dest xistine vê tama bêhempa diafirînin. Ev kulîçeyên taybet bûye sembola ku nirxên çandî û kevneşopî yên Diyarbekirê zindî dihêle.

Hostêyê kulîçeyê Welat Demîrtaş: “Kulîçeyê Diyarbekirê ji bo êydîye, ji bo mewludê  çêdikin. Em mayana, kuncî, hevsudank, dermanê kulîçe, xwe, şekır dikin navê. Em rojê 300, 400 kulîçeya çêdikin. Em dişînin Stenbol, bajarê din, heta derveyî welît jî dişînin. Welatîyên ku di ber Firunê de derbas dibin ji ber bêhna kulîçe yê tên dixwin.”

Kulîçeyê Diyarbekirê ne tenê tahmek e, ev tahm mêvanperwerî û çanda dewlemend a Diyarbekirê tîne ser sifreya. Kulîçeyên ku li mal û firuna tê çêkirin, di sifreya taştê de bûye parçeyek bêhempa. Ne tenê ji Tirkiyeyê, ji derveyê welit jî daxwazekî mezin heye.

Welatî Nurcan Kutay: “Malbata min li Mêrsînê dimîne. Wexta ku ezê herim Mêrsînê nêzikî 30, 40 kulîçe ji wan re divim. Yên kû ji derveyî welît tên Diyarbekir daxwazîya wan ê yek emîn kulîçeyê Diyarbekirê ye.”

Welatî Evîn Gûzel: “Tiştên ku dikeve hevîrê kulîçe nakeve nav ti xwarinekî. Gringîya kulîçeyê Dîyarbekirê ev e. Ên ku bixwaze li her deren bajêr dikare bistîne.”

Kulîçeyên Diyarbekirê ên ku bi têhma wî û bêhna wî gelek navdar e, ne tenê xwarinek bi tehm e. Di heman demê de nîşaneyek mîratî a çanda dewlemend ya bajêr e.