Mesrûr Barzanî: Devera Şêxanê mînakeke ciwan a çanda pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlonê kevirê bingehîn ê rêya Şêxan - Laleşê li parêzgeha Dihokê danî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, bi dawîhatina her du projeyên rêya Şêxan - Laleş û rêya Hêtît - Ba'edrê re, pêşkeftineke baş di sektora veguhestinê de li wê deverê çêdibe.

Bi gotina Mesrûr Barzanî, temamkirina rêya Şêxan-Laleşê dê asankariyê bo serdangerên Laleşê û çûnûhatina welatiyên wê deverê çêbike. Herwiha got: “Devera Şêxanê ji aliyê aborî, çandinî, geştyarî û arkeolojiyê ve pir giring e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Devera Şêxanê, mînakeke ciwan a çanda pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê ye, em bi vê çand û giyanê hevduqebûlkirinê ciwan in û li hemû cîhanê jî şanaziyê bi wê yekê dikin, Ji ber vê yekê ji bo xizmeta vê herêmê çi ji destê me bê, em ê bikin.”

Da zanîn jî: “Tevî hemû qeyran û astengiyan ku nehiştin em bernameya xizmetkirina gelê Herêma Kurdistanê cîbicî bikin, lê bi saya Xwedê û bi piştevaniya gelê xwe yê xweragir, em berdewam in û karwana avedankirina Kurdistanê berdewam dibe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir: “Xwişk û birayên me yên Êzidî tevî hemû karesat, ferman û qirkirinên ku hatine serê wan, ew di parastina ziman, çand û nasnameya xwe de berdewam in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser pabendbûna xwe bi parastina mafên xwişk û birayên Êzidî dike û hemû hewlên xwe bo xizmetkirina zêdetir û kêmkirina êş û azarên wan dide.”

Derbarê rêkeftina Şingalê de jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em li ser hewlên xwe ligel hikûmeta federal berdewam in ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, da ku milîs û grûpên çekdar ji Şingalê derkevin û rêveberiya Şingalê bikeve destê xelkê wê yê resen. Ev jî tenê bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê pêk tê, ku rê li ber avakirina Şingalê û vegera serbilind a koçberan vedike.”

Herwiha got: “Kurdistan mala xwişk û birayên me yên li Şêxan û navçeyên din e ku ji ber şer û her sedemeke din koçber bûne. Ez spasiya xelkê Dihok, Şêxan û vê deverê dikim ku deriyên xwe ji xwişk û birayên xwe re vekirin û nanê xwe bi wan re parve kirine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir: “Heta em sax bin, ev welat dê welatê pêkvejiyanê be û deriyên me ji bo hemû kesên ku pêwîstiya wan bi Kurdistanê ji bo parastina can û rûmeta xwe heye, vekirî ye.”