Mesrûr Barzanî: Îro berhemên cotkarên me digihe bazarên welatên Erebî û Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlonê gotarek di merasîma vekirina kargeha Silîvana ya ji bo bazarkirina genimê cotkatan li Zaxoyê de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew proje bi “pir girîng” bi nav kir û got, vekirina vê kargehê beşek ji hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bazarkirina genimê cotkaran ji aliyê sektora taybet ve ye û kargeh li gor standardên navdewletî hatiye avakirin.

Herwiha hêvî xwast ku sektora taybet di çarçoveya plan û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xizmeta zêdetir ji cotkarên Zaxo û navçeyên din re bike û kargehên zêdetir ji bo bazarkirina genimê cotkaran ava bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, Kabîneya Nehem hewl daye giringiyeke taybet bide sektora çandiniyê û pîşesaziya xwarinê, ji ber wê jî di çend salên borî de, çi weke hikûmet û çi bi alîkariya sektora taybet, wan çend projeyên çandiniyê cîbicî kirine û hejmarek saylo jî vekirine.

Amaje bi wê jî kir: “Me kar ji bo peydakirina bazarên navxwe û derve ji berhemên cotkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kiriye û emê berdewam bin. Îro berhemên cotkarên me digihe bazarên welatên Erebî û Ewropayê, lê ji bo cotkarên me gelek girîng e ku asta kalîteya berhemên xwe bilind bikin û rêbazên zanistî û modern bikar bînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Yek ji mijarên sereke yên Kabîneya Nehem, pirrengkirina çavkaniyên dahatê li Herêma Kurdistanê ye. Îro pêşketina sektora çandiniyê û ewlehiya xwarinê bi hezaran derfetên kar ji bo ciwanan peyda kiriye.”

Herwıha got: “Armanca me ew e ku em civaka xwe ji bikarêhêner bo hilberînerê veguherînin, ji ber wê jî emê bi her awayî piştevaniya hilberîna navxwe bikin, da ku kargeh û projeyên wiha berdewam bin û em karibin bi berhemên biyanî re hevrikiyê bikin.”