Baregayê Barzanî bersiva Qeys Xezelî dide

Logoya Baregayê Barzanî
Logoya Baregayê Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ragehandinê yê Baregayê Barzanî di bersiva Qeys Xezelî de dibêje, “Em tînin bîra we ku, destûrî pejirandiye û itîraf bi wê yekê kiriye ku hêza Pêşmerge pareke veneqetiyayî ya sîstema serbazî ya niştîmanî ya Îraqê ye.”

Şêwirmendê Ragehandinê yê Baregayê Barzanî Kîfah Mehmûd îro (Yekşem, 22.09.2024) ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Qeys Xezelî, me pêdaçûn ji bo peyama te kiriye ku te bi helkefta salvegera damezrandina rêkxistina xwe pêşkêş kir. Em rêz û spasiyên xwe ji bo wê naverokê diyar dikin ya ku tê de hatibû, xasma jî di derheqa destûrî de, wekî çawa te karekê baş ji bo tekezkirina li ser pabendbûna bi destûrî kir.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Em tînin bîra we ku destûrî pejirandiye û itîraf bi wê yekê kiriye ku hêza Pêşmerge pareke veneqetiyayî ya sîstema serbazî ya niştîmanî ya Îraqê ye. Herwesa mafê wê hêzê ye ku çek û teqenî pê bên dan, ku hempayê wî rolê dîrokî yê şerefmendane be ku di rûbirûbûna diktatorî û rijêmên stemkar de gêraye.”

Kîfah Mehmûd tekez jî kir, “Ya ku di destûrî de li ser hêza Pêşmerge hatiye, ev hêz rênima û ferzkirina îradeyê ji çi aliyekî qebûl nake.”