Israîlê 300 pêgehên Hizbulaha Libnanî bombebaran kirin û bi dehan kes kuştin

Bombebarana Israîlê li ser başûrê Libnanê / Wêne: AFP
Bombebarana Israîlê li ser başûrê Libnanê / Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê tenê îro 300 êrîşên asmanî kirine ser pêgehên serbazî yên Hizbulaha Libnanî. Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê jî kuştina zêdetirî 100 kesan ji encamê wan êrîşan ragehand.

Artêşa Israîlê di ragehandinekê de eşkere kir, “Serê sibeha îro (Duşem, 23.09.2024), zêdetirî 300 pêgeh û cihên çekdarên Hizbulaha Libnanî li bajarkên kertê naverasta rojhilat û başûrê Libnanê bombebaran kirine.

Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Yoav Gallant ji Kanal12 a Israîlî re ragehandiye, “Ya ku niha li başûrê Libnanê rû dide qonaxeke nû ya şerî ye.” Herwesa daxwaz ji welatiyên xwe kir ku “di çend rojên bê de aramiya xwe rabigirin.”

Ji aliyekî din ve Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari ragehand, “Êrîşên asmanî yên li ser pêgehên Hizbulaha Libnanî êrîşên pêşwext bûn, piştî ku eşkere bûye Hibulahê amadekarî dikirin ku êrîşeke moşekî bike ser Israîlê.”

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê jî di ragehandinekê de kuştina 100 kesan û birîndarbûna zêdetirî 300 kesên din ji encamê êrîşên asmanî yên artêşa Israîlê bo ser rojhilat û başûrê Libnanê ragehand.

Berdevkê Artêşa Israîlê pêştir daxwaz ji şêniyên başûrê Libnanê kiribû ku yekser ji wan cihan dûr keftiban ên ku Hizbulaha Libnanî bi kar tîne.”

Li dû zanyarên medyaya Libnanê, artêşa Israîlê bi name û peywendiyên tilefonî şêniyên başûrê Libnanê haydar kirine ku xwe ji cihên Hizbulahê dûr bixin.