Li Diyarbekirê Zarokistan ji bo fêrkirina çand û zimanê kurdî hat vekirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Pêşdibistana Zarokîstanê bo fêrkirina çand û zimanê kurdî hat vekirin. Pêşdibistanên kurdî yên serdema qeyuman de hatibûn  girtin careke din tên vekirin ku berpirsên dibistanê dibêjin ew dixwazin bi pêşdibistanên wisa pêşî li bişaftinê jî bigirin.

Ji aliyê Şaredariya Peyasa navçeya  navendî ya Diyarbekirê ye ve pêşdibistana Zarokîstanê hat vekirin. Pêşdibistanên kurdî yên ku di serdema qeyuman de hatibûn girtin ji aliyê şaredariyên ku ketine destê DemPartî de careke din tên vekirin. Berpirsên dibistanê balê dikêşin ku girîng e ku zarok hîn di temenê 3yê de di dibistanan de bibînin ku bi  zimanê wan ê zikmakî perwerde tê dayîn û divê ji pêşdibistanan heta zaningehan perwerde bi zimanê zikmakî were dayîn.

Cîgirê Hevserokên Şaredariya Peyasê Yilmaz Tunç ji K24ê: “Zimanek heta ku nebe zimanê perwerdehiyê dê pirsgirêkan bijî. Di vî warî de jî rol û misyona me jî ew e ku em hişmendiyekê din ava civakê de bidin peydakirin.”

Dê di pêşdibistana Zarokîstanê de her roj navbera demjimêr 08.30 û 16.30ê de hem waneya zimanê kurdî were dayîn û hem jî bi zarokan re lîstikên kurdî werin leyîstin. Berpirsê balê dikêşin ku bi vê yekê dê pêşî li bişaftinê jî were girtin û bo zarokan jiyanek kurdî were pêşkêşkirin.

Serokê Xebatên Çandî yê Şaredariya Peyasê Omer Fîdan dibêje: “Dema em behsa bişaftinê dikin em tenê behsa ziman dikin behsa her awayî dikin ku divê zarok bi zimanê xwe bi çanda xwe bi hemû jiyana xwe bi kurdî bijî û bo vê yekê jî gava destpêkê ya bingehîn ziman e.”

Di vekirina Pêşdibistana Zarokîstanê de keyfxweşî û xemgînî hebû, keyfxweşî ji ber ku qadek nûbo fêrkirina  zimanê kurdî vebûye, xemgînî ji ber ku birîna Narînê hîn vekiriye ku xebata vekirinê bo giyanê Narînê hat dîyarîkirin.