Dogan Hatûn: Me biryar da ku gerînendehiya zimanê kurdî were vakirin

Diyarbekir (K24) – Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê derbarê xebatên xwe yên 5 mehan de nirxandin kirin. Hevserok Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatûn bo Kurdistan24 da zanîn ku wan gerînendehiya termînolojiya zimanê kurdî ava kiriye û xizmetan de derbasî pergala 2 zimanî dibin û bo vê yekê endamên meclîsa şaredariyê ên AkPartiyê jî denge erê dane.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bûcak û Dogan Hatûn derbarê xebatên piştî hilbijartinan hatine kirin de civînek çapemeniyê li darxistin û dan zanîn ku hemû avahiyên şaredariyê ên beriya hilbijartinan ji şaredariyê hatîn standin wek xwe man û rê nehat dayîn ku ew avahî werin vegerandin. Hevserokan dan zanîn ew girnigiyek mezin didin paqijî, hatço, çand û huner û pirsgirêkên avê ku gelek projeyên wan jî ji ber ku rastî astengiyên sexberiyê hatine nekarîne cîbicîbikin .

Serra Bûcak got: “Me di meclîsa şaredariyê de biryar da ku 150 otobêsên veguhastina nav bajêr bistînin, lê ji me re hat gotin ku 14 otobês bûne xurde û hun dikarin tenê 14 otobêsan bistînin, 14 otobês jî nikarin pirsgirêka veguhastina nav bajêr çareser bikin, em dixwazin qet nebe vê hijmarê bikin 70. Me zarokîstan dabûn vekirin ji bo ku lêkolîn ser wan were kirin ji Enqereyê mufettîş hatine rêkirin da ku binerin li gorî pîvanên perwerdehiyê ne an ne, lê em dizanin ji berk u kurdî ya hatine.”

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin didin zanîn ku ew hewl didin kurdî di nava bajêr de li her qadê jiyanê bibe zimanê serdest û bo vê yekê jî bi taybetî gerînendehiya termînolojiya zimanê kurdî hatiye avakirin û her wiha projeya wan a ku tabelayên kargehan bibin kurdî jî dê bikeve meriyetê de .

Dogan Hatûn ji K24ê re got: “Me di meclîsa şaredariyê de biryar da ku gerînendehiya zimanê kurdî were vakirin ev biryar bi yekdengî hat standin. Ango endamên meclîsê yên AkPartiyê jî denge erê dan. Her wiha me gotibû emê tabelayên kargehan bikin kurdî, bo wê jî xebat didomin, emê vê projeyê jî cîbicîbikin.”

Yasaya bergiriyên sexberiyê 2025ê de dikeve meriyetê û Şaredariya Bajarê Mezin jî dibêje bo 2025ê projeyên wan ên mezin hene, ev herdu rewş dê çiqasî bandorê li hev bikin dê 2025ê de diyar bibe.