Antonio Guterres li ser gurbûna şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de hişyarî da

Navenda Nûçeyan (K24) – Di nava metirsiyeke navdewletî ya ji şerekî vekirî û encamên wê yên metirsîdar de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî hişyariyê li ser alozbûna şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de dide.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres hişyarî da ku metirsî heye, Libnan veguhere “Xezzeyeke din” û got: “Tiştê ku herî zêde min nîgeran dike ew e, egera çûna bi şerekî berfireh ve heye.”

Got jî: “Bûyerên teqînên amûrên pêwendiyê (pager) nîşan didin ku eger heye rewş ji ya niha aloztir bibe, tiştê ku min nîgeran dike ew e ku Libnanê bibe Xezzeyeke din û ev yek ji bo tevahiya cîhanê dibe karesatek.”

Pêşhatên dawî yên li herêmê, asta nîgeraniyên navdewletî zêde kirine ku rûbirûbûna niha heye, dikare bibe şerekî vekirî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de.

Serokê Amerîkayê Joe Biden nîgeraniya xwe li ser aloziyên li Rojhilata Navîn nîşan da û got ku ew ê her tiştî bikin, da ku şer zêde nebe û got: “Çi ji destê min bê ji bo ku şer mezin nebe, ez ê bikim.”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell jî got: “Em ji gurbûna şer li Libnanê nîgeran in û banga rawestandina lezgîn dikin."

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lamy got, şer geşedaneke nîgeran e û divê di zûtirîn dem de agirbest were ragihandin.

Îsraîlê duhî bi tundî gelek deverên başûrê Libnanê kirin armanc. Desthilatên Libnanê jî diyar kirin, di encama êrîşan de 492 kes hatin kuştin ku ji wan 35 zarok bûn.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand, wan di 24 demjimêrên borî de 1300 armancên Hizbullahê bombebaran kirine û hejmarek mezin ji çekdarên wê mîlîşyayê kuştine.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî di daxuyaniya xwe ya cuda de got: “Di vê rojê de me bi dehhezaran mûşek û cebilxaneyên hûr ên Hizbullahê ji xizmetê derxistin.”