Serok Barzanî: Em amadekariya 20ê Cotmehê dikin û em ê serkeftineke mezin bidest bixin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesrûd Barzanî di ahenga bangeşeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ji bo Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ragihand, “Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan, xwîna qurbaniyên Enfalê, xwîna Pêşmergeyên qehreman û keda gelê Kurdistanê ye.”

Bi amadebûna Serok Mesrûd Barzanî, Cîgirên Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û endam û alîgirên PDKê, PDKê îro 25ê Îlonê li Hewlêrê dest bi bangeşeya “Lîsta 190ê ya PDKê bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” kir.

Serok Barzanî di ahenga bangeşeyê hilbijartinê de gotarek pêşkêş kir û pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir ku di 25ê Îlonê de ku roja referandumê ye, nehîşt îradeya wî were şikandin û xwe neçemand.

Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji namzedên PDKê re xwast û got: “Bi xwedêgiravî û hîmeta dilsozên Kurdistanê û bi gotina Barzaniyê nemir, her Kurdekî dilsoz PDK ye. Bi hîmeta PDK'ê em ê xwe ji meha Cotmehê re amade bikin û serketineke mezin bi dest bixin.”

Herwiha ji namzed û cemawerê PDKê re got: Divê hûn bi xwe bawer bin, bi hêviyên mezin û baweriyeke xurt xwe amade bikin. Bila baweriya we bi serkeftinê hebe û nabe bîr li şikestinê bikin.”

Serok Barzanî got: “Ti kesî xêrek ji bo Herêma Kurdistanê nekiriye. Ev Herêm berhema xwîna şehîdan, xwîna enfalkiriyan, xwîna Pêşmergeyên qehreman û keda gelê Kurdistanê e. PDK rûmeteke mezin wergirtiye û gelek xwîn ji bo bidestxistin û parastina van destkeftên mezin daye.”

Serok Barzanî got: “Li vir bi pêwîstî dizanim ku spasiya welatiyên Herêma Kurdistanê bikim ku li hember wan planên derveyî ku bi çavsaxiya hinek kesên li navxwe xwastin Herêma Kurdistanê têk bidin, xwe ragirtin û Herêma xwe parastin.”

Herwiha got: PDK baweriya wê bi aştî, demokrasî û pêkvejiyanê ye û di pratîkê de jî îspat kiriye, ne bi gotinan. Me xwastiya xelk bextewer be û di jiyaneke xweş de be.

Serok Barzanî got: Daxwaz ji we dikim di vê helbijartinê de gelek serbixwe bin, dûrî tundutîjiyê bin, ji bikaranîna zimanê tund, xwe nekişînin nava şeran, giraniya xwe û partiya xwe biparêzin. Pir caran, bersivnedana mirovên bêberpirsyar, bersivek e. Eger pêwîstî bi bersivandinê hebe, bi Komîta Bilind a Hilbijartinê re bişêwirin. Bila ew jî ji bîra we neçe, ew ê ku zimanê wî dirêj e, destê wî kin e.”