Artêşa Îsraîlê: Me Hesen Nesrullah kuşt

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlî radigihîne, wan Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah di êrîşeke asmanî de li başûrê Libnanê kuşt.

Artêşa Îsraîlê tekez kir, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah duh danê êvarê di êrîşa li ser navenda Fermandariya Navendî Hizbullahê li Taxa Başûr a Beyrûtê de hat kuştin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee jî li ser platforma “X” ragihand, wan Fermandarê Eniya Başûr a Hizbullahê Elî Kerkî û hejmareke ji serkirdeyên din jî di heman êrîşan de kuştin.

Ji aliyekî din ve, Serokerkanê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî di yekem helwest li ser kuştina Nesrullah de got: “Êrîş ji demeke dirêj ve hatibû plankirin û di dema rast de jî hat kirin.”

Halevî tekez kir jî: “Ev ne tiştê dawî yê li ber destê me ye. Peyam hêsan e: Her kesê ku gefan li welatiyên Îsraîl bixwe, em dizanin çawa xwe bigihînin wî.”

Berpirsekî Îsraîlî duhî gotibû: “Êrîşa roja Înê bi mebesta şikandina hêza Hizbullahê, bi rêya kuştina rêberên wê yên bilind bû. Eger êrîş biser bikeve, Îsraîl dê xwe ji êrîşeke bejayî li ser wî welat dûr bixe.”

Hesen Nesrullah kî ye?

- Sala 1960î li navçeya Metnê ya Libnanê jidayik bû.

- Sala 1982an beşdarî damezirandina Hizbullahê bûbû.

- Sala 1989 ji bo xwendina olî çûbû Îranê.

- Sala 1992an bû Sekreterê Giştî yê Hizbullahê.

- Sala 1992an beşdarî hilbijartinên Parlementoya Libnanê bû û 8 kursî bidest xistin.

- Berpirsê Navçeya Beyrûtê, Berpirên Başûrê Libnanê û Sekreterê Giştî yê partiya xwe bû.

- Sala 2008an de hat jehrîkirin, lê rizgar bû.

- Zewicî ye û pênc zarokên wî hene.

- Kurekî wî di şerê Îsraîlê de hat kuştin.