Serokwezîr Mesrûr Barzanî kargeha SMC ya berhemanîna sirincan vekir

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kargeha SMC ya berhemanîna sirincan li bajarê Hewlêrê vekir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 02.10.2024) kargeha SMC ya berhemanîna sirincan li bajarê Hewlêrê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de dilxweşiya xwe diyar kir ku îro kargeha duyê ya pîşesazî vekir û tekez kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavê dike kêmtir pêdivîtiya bi hawirdekirina keresteyan hebe.” Navbirî amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo alîkarîkirina her weberhênerekî diyar kir, ku bixwaze di kertê pîşesaziyê de weberhênanê bike.

Ev jî naveroka daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Ez dilxweş im ku ev kargeha duyê ye em îro serdana wê dikin. Ew jî ji bo çêkirina sirincan e, ku ev karekî hevpar e û dê alîkariya wê yekê bike ku Kurdistanê kêmtir pêdivîtî bi hawirdekirina kelûpelan ji derve hebe. Em bizavê dikin ku piraniya wan keresteyan ji niha û pê de her li Kurdistanê bên çêkirin, ji bo pêşvebirina kertê pîşesazî û baştirkirina kertê tendirustî, ku dibe sedema zêdetirkirina derfetên karî û di encamê de jî baştirkirina jîn û jiyara xelkê Kurdistanê û pêşxistina kertê aborî li Herêma Kurdistanê.

Bê goman heta xelkê me bikare li kargehên wesa kar bike, hem dahat û derameta wan baştir dibe, hemî jî dikarin feydeyî ji ezmûn û şarezahiya karan û xasma jî ya van karan werbigirin û şiyanên xwe yên zanistî li cihên cuda cuda berfireh bikin.

Ez destxweşiyê li kompaniya bicihîner dikim ku ev karê giring kiriye, ez hêvîdar her serkeftî bin û mînakên wan zêde bibin. Herwesa ez hêvîdar im hemî weberhêner, her kesekê ku dikare li Kurdistanê weberhênanê ji bo pêşxistina kertê pîşesazî bike, piştrast bibin ku hikûmet dê alîkar û piştevana wan be, çi ji aliyê hêsankariyan ji bo damezrandina weberhênanên wan ve û damezrandina wan kargehên ew dixwazin tê de kar bikin, çi jî ji aliyê parastina berhemên wan ve û hem jî ji aliyê vedîtina rêyan ji bo hinardekirina berhemên wan jî ve, ji bo ku em bikarin hevsengiyeke baştir ji aliyê bazirganî ve di navbera Herêma Kurdistanê û welatên din de çê bikin.

Careke din ez destxweşiyê li we dikim, her serkeftî bin û Kurdistan jî her avedan be.