Randolph Moss

Randolph Moss
Randolph Moss

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadwerê Federalî yê Amerîkayê li Waşintonê ew daxwaz û skalayên li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesûkarên wî û 63 kesatiyên din hatibûn tomarkirin red kirin.

Dadwerê Federalî yê Amerîkayê li Waşintonê Randolph Moss îro (Pêncşem, 03.10.2024) ew daxwaz û skalayên li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kesûkarên wî û 63 kesatiyên din hatibûn tomarkirin, ji ber bêbingehî û nerastiya wan daxwazan, bi temamî red kirin.

Skalaker ji aliyê kesekî ve tên serperiştîkirin ku li Almanyayê ji aliyê dadgehê ve sizayê tawankariyê li ser hatiye sepandin.

Dadwer Moss di rûniştina dadgehê de haydarî da ku, eger skalaker li ser çêkirina tometên bêbingeh berdewam bin, hingê dê bi tudtirîn awa bên sizadan.

Her di wê rûniştinê de, tîma qanûnî ya nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê tekez li ser wê yekê kir ku ev skala di serûberê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de şerekî siyasî ye û xirab bikaranîna dadgehê ji bo meremên siyasî ye.