Hejmara Min: Bi kêmtir ji salekê 600 hezar mûçexur li Kurdistanê hatine tomarkirin

Logoya Hejmara Min û amûrekî ATM
Logoya Hejmara Min û amûrekî ATM

Navenda Nûçeyan (K24) - Pirojeya Hejmara Min parve kiriye, “Di kêmtir ji salekê de 600 hezar mûçexur li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.”

Pirojeya Hejmara Min îro (Pêncşem, 03.10.2024) amaje da wê yekê ku ji nîva rêyê zêdetir biriye. Herwesa eşkere kir, “Hejmara Min di kêmtir ji salekê de 600 hezar mûçexur li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hatine tomarkirin û zêdetirî 250 amûrên derxistina pereyî jî li Herêma Kurdistanê belav kirine.”

Pirojeya Hejmara Min herwesa got, “Em dê berdewam bin heta yek milyon kes dibin xwediyên hejmarên xwe yên bankan û nêzî hezar amûrên derxistina pereyî li sernaserî Herêma Kurdistanê bedrest dibin.”