Sefîn Dizeyî: Di Kabîneya Nehê de bizav hatiye kirin peywendiyên diplomasî bi welatan re bihêztir bibin

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, “Serdana hejmareke zêde ya serok, serokwezîr û berpirsên bilind ên welatên cîhanê ji bo Hewlêrê belge ye ku astê diplomasî yê Herêma Kurdistanê bi derve re bilind bûye.”

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Pêncşem, 03.10.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bizav hatiye kirin ku peywendiyên diplomasî bi welatên cîhanê û deverê re bihêztir bibin.”

Sefîn Dizeyî herwesa got, “Serdana hejmareke zêde ya serok, serokwezîr û berpirsên bilind ên welatên cîhanê ji bo Hewlêrê belge ye ku astê diplomasî yê Herêma Kurdistanê bi derve re bilind bûye.”

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Ne tenê di warê diplomasî de, belkî di warê aborî de jî peywendî ber bi pêş ve çûne.”