Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Cemayê pîrozbahiyê li Êzidiyan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek bi boneya Cejna Cemayê arasteyî Êzidiyan kir û tê de got: “Ez pîrozbahiyê li xwişk û birayên êzidî yên li Kurdistan û cîhanê, herwiha li Baba Şêx û Encûmena Rûhanî dikim û hêvîdar im ji wan re cejneke xêr û xweşî be.”
Peyama pîrozbayiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
“Ez pîrozbahiyê li tevahiya xwişk û birayên Êzîdî yên Kurdistan û cîhanê, Mîr, Baba Şêx û Encûmena Rûhanî dikim û hêvîdar im cejna we bi xweşî derbas bibe.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her dem piştevaniya mafên rewa yên Êzidiyan bike û xizmetkirina wan weke erkê xwe yê yekem dibîne.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be. Hêvîdar im hûn herdem şad bin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê