Dronekê xalek li bajarê Qamişlo kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Tirkiyeyê xalek li nêzîkî kargeha petrolê ya li gundê Kerbawî, li başûrê rojavayê Qamişlo, kir armanc.

Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyeyê bi du êrîşên asmanî, xaleke leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku berî niha hatibû valakirin, li nêzîkî kargeha petrolê li gundê Kerbawî li başûrê rojavayê Qamişlo, kir armanc.

Amaje bi wê jî kir, xala hatiya armanckirin 8 kîlometran dûrî firokxaneya Qamişlo ye û heta niha derbarê ziyanên mirovî de ti agahî nehatine bidestxistin.

Ji aliyê xwe ve, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, droneke Tirkiyeyê derdora kargeha Golden Roz a zeytê kiriye armanc.

Li gorî zanyariyan, ji destpêka 2024an ve û artêşa Tirkiyeyê 87 caran navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser kirine armanc û di encamê de 28 kes hatine kuştin û nêzîkî 40 kesî jî birîndar bûne, di nava wan de 16 sivîl hene.