Serokwezîra Bangladeşê reviya

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bin zexta xwepêşanderan de, Serokwezîra Bangladeşê dest ji kar vekişand û reviya Hindistanê.

Jêderekî ewlehiyê ji “Reuters” re ragihand, Serokwezîra Bangladeşê Hesîna Wacid dest ji kar vekişand û piştre bi helîkoptereke leşkerî ji welêt derket û berê xwe da Hindistanê.

Destvekişandina Hesîna Wacid, yek ji daxwazên sereke yên xwepêşanderên Bengladeşî bû, ji ber vê yekê piştî ku we welat terikand, xwepêşanderan avêtin ser navenda wê ya li Dhakaya Paytext.

Piştî destvekişandina Hesîna Wacid; Fermandarê Artêşa Bangladeşê di daxuyaniyekê de daxwaz ji xwepêşanderan kir ku vegerin malên xwe û got: “Ew ê aramî û ewlehiyê li welêt vegerînin, hukûmetek demkî ava bikin û lêkolînan li ser kuştina xwepêşanderan ên rojên dawî bikin.”

Xwendekarên Bengladeşê ji destpêka meha borî ve li dijî sîstema dabeşkirina derfetên kar li wî welatî dest bi xwepêşandanan kirin ku heta niha berdewam in, tê de zêdetirî 300 kesî hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.