Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê: Navçe nikare aloziyên zêdetir tehemûl bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de, behsa pêşhatên dawî û aloziyên navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî hatin kirin û gotûbêj derbarê pêngavên çareserkirin û aramkirina rewşê de hatin kirin. Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku navçe nikare aloziyên zêdetir tehemûl bike û pêwîstiya wê bi aramî û ewlehiyê heye.

Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û encamdana serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî bo Bexdayê û hevdîtinên wî ligel aliyên siyasî yên Iraqê û balyoz û nûnerên welatan li Iraqê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.

Herwiha di civînê de, rewşa Şingalê û pêwîstiya asayîkirina rewşa navçeyê û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê hat gotûbêjkirin. Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî behsa hewl û qurbanîdana rizgarkirina Şingalê û têkşikandina terorîstan kir, lê mixabin hinek hêzên neyasayî hene ku rê li asayîbûna rewşa Şingalê û vegera xelkê bo ser mal û milkên xwe digirin.

Di dawiya hevdîtinê de, behsa encamên hevdîtinên herî dawî yên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û hêzên hevpeymanan de li ser mijara hebûna wan a li Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.