Li Efrînê ji ber rewşa aborî ya nebaş liv û tevgera bazaran kêm e

Efrîn (K24) – Li bajarê Efrînê ji ber bihabûna pêdiviyên rojane, liv û tevgera bazaran kêm bûye. Xwediyên dikanan û şêniyê bajêr dibêjin, ji ber rewşa aboriyê ya nebaş, nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bikirin.

Li gorî firoşyar û xwediyên dikanên Efrînê, ji ber bihabûna kelûpelan, liv û tevgera bazaran kêm bûye û xelk nikarin pêdviyên xwe yên sereke bikirin.

Xwediyê dikaneke şîrîniyê dibêje: “Nirx giran in. Madeyên sereke li ser me biha ye, wek şekir, rûn û ard, loma em jî neçar in biha bifiroşin. Dolar biha dibe, qêmeta lîreya tirkî dadikeve, ev jî bandorê li ser tevgera bazarê dike.”

Dikarekî din jî dibêje: “Niha li bajarê me berhemanîn nîne, em her tiştî ji derve tînin. Bazirgan jî roj rojê kelûpelan li me biha dike. Em jî biha didin, vêca mişterî qebûl nake. Em îro tiştekî dikirin, sibe nirxê wê giratire dibe.

Welatiyek jî dibêje: “Wek em dibînin ku bihayên her tiştî bilind bûne, dahata me ne mehane nîne, em di rewşeke pir dijwar re derbas dibin. Çavdêriya bazaran nîne. Em hêvî dikin ku aliyên peywendîdar destêwerdanê bikin û rewşê çareser bikin.”

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê û grûpên din ve, xelkê bajêr di rewşeke mirovî ya xirab de dijîn, piştî erdheja 6ê Sibatê jî, rewşa welatiyan aloztir bûye û piraniya welatiyan bi zehmetî debara jiyana xwe dikin.