The Guardian: Komên çekdar ên Îraqê jî tevlî êrîşa li ser Israîlê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya The Guardianê ya Brîtanyayî di raportekê de parve kiriye, “Mimkin e komên çekdar ên Îraqê di çarçoveya Bereyê Miqawemeyê de, ji bo êrîşa çaverêkirî ya Îranê li ser Israîlê, pişkdarên serekî bin.”

Mimkin e komên çekdar ên Îraqê û Bereyê Miqawemeyê pişkdarên serekî yên êrîşa çaverêkirî ya Îranê li ser Israîlê bin; ev serdêra raporteke rojnameya The Guardianê ya Brîtanyayî ye.

Wê rojnameyê di raporta xwe de parve kiriye, “Îraqê her li destpêkê helwesteke tund li beranberî hevrikiyên Xezzeyê wergirt, êrîşên Israîlê şermezar kirin û piştevaniya xwe jî ji bo Hemasê diyar kir.” Wê rojnameyê herwesa gotiye, “Di vê pirsê de desttêwerdanên Îranê bandoreke wesa li ser Îraqê nîne, belkî helwesta Îraqê rengvedana wê piştevaniya mirovî ye ya ku ji bo doza Filistînê heye.”

Artêşa Pasdaran li ser kuştina Îsmaîl Heniye gefên bersivdaneke tund kirine û ragehandiye, “Israîl rûbirûyî bersiveke tund û cergbir a bereyê zilhêz û zebelah ê Miqawemeyê û xasma Îranê dibe.”

Wê rojnameya Brîtanyayî di raporta xwe de amaje daye, “Bersiva Îranê mimkin e yekalîker be û deverê rûbirûyî şerekî mezin bike.” Herwesa gotiye, “Niha nabe pêgeha Îranê cihê ecêbmanê be, ji ber ku derkeftina hêdî hêdî ya Îranê wekî zilhêzeke diyar li deverê piştî rûdanên 07ê Cotmehê bileztir bû.”

Di wê raportê de herwesa hatiye, “Bereyê Miqawemeyê, ku komên çekdar ên Libnan, Îraq û Yemenê vedigire û li dijî Israîlê û berjewendiyên Amerîkayê radiweste, ji aliyê Îranê ve serokatiya wê tê kirin û ji piştevaniya Çîn û Rûsyayê behremend e.” The Guardian ron jî kiriye, “Ev hêza Îranê niha hêzeke mezin e ku tehedaya Israîl û Amerîkayê dike.”