Hakan Fîdan: Devera me bi agirî hatiye dorpêçkirin

Hakan Fîdan
Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di derheqa girjî û aloziyên deverê û sedema serhildana şerekî herêmî yê berfireh de dibêje, “Devera me bi agirî hatiye dorpêçkirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Duşem, 05.08.2024) amaje da, “Devera me bi agirî hatiye dorpêçkirin.” Herwesa got, “Bi terorkirina Îsmaîl Heniye, em digehin wê encamê ku Netanyahu naxwaze agirbest bê kirin.”

Hakan Fîdan di derheqa wan skalayan de jî yên ku li dijî Israîlê li welatan ji bo Dadgeha Navdewletî tên bilindkirin got, “Em daxwaza tevlîbûnê di skalaya Afrîkaya Başûr de li dijî Israîlê bi Dadgeha Navdewletî didin.”

Bizava Hemasê li serê sibeha roja Çarşemê, 31.07.2024, di ragehandinekê de kuştina Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye û zêrevanekî wî ragehand û amaje da, “Piştî ku Îsmaîl Heniye tevlî merasîmên destpêkirina karî yên Serokkomarê Îranê yê nû bû, çû cihê mana xwe li Tehranê û paştir hat kuştin.”