Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt 39 hezar û 623 kesan

Xezze
Xezze

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara qurbaniyên êrîşa artêşa Israîlê li ser kertê Xezzeyê bilind bûye, artêşa Israîlê jî li ser êrîşên xwe yên li ser wî kertî û çekdarên Bizava Hemasê ya Filistînî berdewam e.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê îro (Duşem, 05.08.2024) ragehand, “Ji ber êrîşên artêşa Israîlê li ser kertê Xezzeyê, roj bi roj hejmara kuştî û birîndaran zêdetir dibe û herwesa xelk tûşî birsîtî û nexweşiyên giran bûye.”

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî da, “Ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan ji bo 39 hezar û 623 kesan bilind bûye, herwesa hejmara birîndaran jî gehiştiye 91 hezar û 469 kesan.” Ron jî kir ku, 70% ya qurbaniyan jin û zarok in.

Wê wezaretê eşkere jî kir, “Di dema 24 seetên borî de, 40 Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 60 kesên din jî birîndar bûne.”

Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.

Bizava Hemasê li serê sibeha roja Çarşemê, 31.07.2024, di ragehandinekê de kuştina Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye û zêrevanekî wî ragehand û amaje da, “Piştî ku Îsmaîl Heniye tevlî merasîmên destpêkirina karî yên Serokkomarê Îranê yê nû bû, çû cihê mana xwe li Tehranê û paştir hat kuştin.”