Îsa Eledayî: Ji ber nebûna biryareke niştîmanî serweriya Îraqê tê binpêkirin

Îsa Eledayî
Îsa Eledayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekerekî siyasî amajeyê dide, “Serweriya Îraqê ji hemî aliyan ve hatiye binpêkirin.” Herwesa dibêje, “Ji ber ku Îraq xwediya sîstemeke niştîmanî û navendî ya serbazî û ewlehî nîne, neçar e ji bo parastina xwe penayê bibe ber hêzên derve.”

Şirovekerê Siyasî Îsa Eledayî îro (Duşem, 05.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Serwerriya Îraqê li ser astên siyasî, serbazî, aborî, darayî û tevaya warên din jî hatiye binpêkirin.”

Îsa Eledayî amaje jî da, “Ji ber ku Îraq xwediya biryareke niştîmanî nîne, serweriya wê tê binpêkirin û rewatî bi binpêkirina serweriya wê hatiye dan.”

Navbirî her wesa got, “Divê biryar li Îraqê navendî û niştîmanî bin, ne ku her aliyekî li cihê xwe û li dû berjewendiyên xwe biryaran bide.”

Wî şirovekerê siyasî ron jî kir, “Îraqê nekariye sîstemeke serbazî û ewlehî ava bike, lewma vê yekê derfet ji bo binpêkirina serweriya wê çê kiriye.”