Erdogan: Israîl dixwaze şerê Xezzeyê veguhêze deverê

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê amajeyê dide, “Israîl dixwaze şerê Xezzeyê veguhêze deverê.” Herwesa dibêje, “Em dê li dijî Israîlê skalayê li Dadgeha Lahay tomar bikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Duşem, 05.08.2024) piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe got, “Me bi bernameya teknolojiya nû dest bi pêngavên nû kir, em dixwazin bi teknolojiya pêşkeftî Tirkiyeyê bihêz bixin. Ji bo wê bernameyê jî, em dê 30 milyar dolaran terxan bikin û dê weberhênanê tê de bikin.”

Erdogan di berdewamiya gotinên xwe de daxwaz ji xwediyên karan û weberhêneran kir ku, zêdetir derfetên karî çê bikin û pêngavên baştir biavêjin. Herwesa got, “Em dê ji aliyê serbazî jî ve Tirkiyeyê bikin welatekî nimûneyî.”

Navbirî amaje jî da, “Devera me di nav rewşeke aloz re derbaz dibe, xasma ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê û herwesa şerê Israîl û Hemasê û kuştina Îsmaîl Heniye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê tekez jî kir, “Siyaseta komkujiyê ya Netanyahu berdewam e, Israîl dixwaze şerê Xezzeyê li deverê belav bike. Komisyona Qanûnî ya Perlemana Tirkiyeyê li roja Çarşemê skalayê li dijî Israîlê dide Dadgeha Lahay ya Tawanên Navdewletî.”