Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê hat moşekbarankirin

Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê - Erşîf
Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê - Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkanî eşkere dikin ku, Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê li rojavayê Îraqê hat moşekbarankirin.

Çavkaniyan îro (Duşem, 05.08.2024) eşkere kir, “Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê, ku dikeve rojavayê Îraqê û ku hêzên Hevpeymanan tê de ne, hat moşekbarankirin. Heta niha jî zirarên wê moşekbaranê nehatine zanîn.

Ji 17ê Cotmeha 2023ê heta 25ê Tîrmeha îsal, zêdetirî 170 caran êrîşî ser bingeh û hêzên Amerîkayê li her sê welatên Îraq, Sûriye û Urdinê hatiye kirin.