Biden: Her êrîşeka li ser serbazên me tê kirin bê bersiv namîne

Biden û Harris di derheqa gefên li ser hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de bi Tîma Ewlehiya Neteweyî re civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Spî parve kiriye, “Joe Biden û Kamala Harris ji aliyê Tîma Ewlehiya Neteweyî ve li ser pêşhatên Rojhilata Navîn û êrîşa li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê hatin haydarkirin.”

Li dû ragehandina Koçka Spî, Serokê Amerîkayê û cîgira wî li ser wan gefan ên ku Îran û komên girêdayî wê dixin ser serbazên Amerîkayê li deverê û dawî êrîşa li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê zanyar wergirtine.

Li dû wê ragehandinê, Biden û Harris bi Tîma Ewlehiya Neteweyî re behsa wan pêngavan kir ên ku ji bo bergirîkirina ji hêzên wan û bersivdana her êrîşeka li ser serbazên Amerîkayî tên avêtin, bi wan awa û cihên ew bi xwe hildibijêrin.

Di wê civînê de behsa berdewamiya piştevaniyên serbazî ji bo bergirîkirina ji Israîlê hat tekezkirin, herwesa tekez li ser berdewamiya bizavên diplomatîk ji bo kêmkirina aloziyên deverê û bicihanîna agirbestê û azadkirina revandiyan jî hat kirin.

Ev jî piştî wê yekê tê ku duhî (Duşem, 05.08.2024) êrîşeke moşekî li ser bingeha Eyn Esedê ya li rojavayê Îraqê hat kirin, û li dû zanyarên ajansa Reutersê, pênc serbazên Amerîkayî birîndar bûn ku birîna yek ji wan giran e.