Washington Post: Amerîkayê serkirdeyekî Hûsiyan li Bexdayê kuşt

Bexda
Bexda

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya Washington Postê kuştina serkirdeyekî Hûsiyan li nêzî Bexdayê eşkere kir û got, “Ew êrîş li ser wan çekdaran hat kirin ên ku xwe ji bo êrîşkirina li ser hêzên Amerîkayê amade dikir.”

Rojnameya Washington Postê ya Amrîkayî parve kiriye, “Heftiya borî Amerîkayê li nêzî Bexdayê êrîş kir ser serkirdeyekî koma Ensarulahê ya girêdayî Hûsiyan, ku taybetmendê çêkirina dronan bû, û kuşt.”

Wê rojnameyê ji zarê berpirsên Amerîka û Îraqê parve kiriye, “Ew êrîş li ser wan çekdaran hatiye kirin ên ku xwe ji bo êrîşkirina li ser hêzên Amerîkayê amade dikir.”

Şeva borî (Duşem, 05.08.2024) çavkaniyan eşkere kir ku bingeha serbazî ya Eyn Esedê li rojavayê Îraqê hat moşekbarankirin. Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê jî ragehand, “Hejmareke serbazên me ji ber wê êrîşê birîndar bûye.”

Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê dikeve parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê, hêzên Amerîkayê li wê bingehê hatine binecihkirin û pêştir komên girêdayî Miqawemeya Îslamî çend caran êrîş kiribû ser wê bingehê.

Ji 17ê Cotmeha 2023ê heta 25ê Tîrmeha îsal, zêdetirî 170 caran êrîşî ser bingeh û hêzên Amerîkayê li her sê welatên Îraq, Sûriye û Urdinê hatiye kirin.