CENTCOM: Me pênc dron û belemek û mûşekeke balistî yên Hûsiyan pûç kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - CENTCOM radigehîne ku, li kendavê Edenê û Deryaya Sor pênc dron û belemek û moşekeke balistî yên Hûsiyan pûç kirine.

Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragehand ku, pênc dron û belemek û moşekeke dijekeştî yên Hûsiyan li kendavê Edenê û Deryaya Sor û deverên li jêr desthilata wan ji nav birine.

Hêzên Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser tora civakî ya Xê ragehand, “Di dema 24 seetên borî de, Hêzên Fermandeyî bi awayekî serkeftî sê dronên Hûsiyan pûç kirin, ku ji deverên di bin kontirola wan ve ji Yemenê bi arasteya kendavê Edenê hatibûn avêtin.”

CENTCOMê amaje jî da, “Hêzên fermandeyî îro belemek û dronek û moşekeke dijekeştî li Deryaya Sor bi awayekî serkeftî pûç kirin.”

Heta niha çi daxuyanî ji aliyê Hûsiyan ve nehatine dan lê Hûsiyan berî du rojan ragehandibû ku, keştiyeke bazirganî li kendavê Edenê bi moşekeke balistî kiribû armanc.