Ji sedê 75 a Kiristiyanan ji Nenyawayê derkeftine

Navenda Nûçeyan (K24) - Neynawayê 75% ya Kiristiyanên xwe ji dest dane, ku hejmara wan li wê deverê ji bo 100 hezarê kêm bûye.

Rêkxistina Şilomoyê ya Belgenameyî di raportekê de eşkere kiriye, “Piştî ku DAIŞê Neynawa dagir kir, 75% ya Kiristiyanan ji wî bajarî derkeftine. Li dû amaran, hejmara şêniyên Kiristiyan di dema zêdetirî 30 salan de ji 400 hezar kesan bo 100 hezar kesan kêm bûye.”

Wê rêkxistinê ron jî kiriye, “Piştî azadkirina Mûsilê, hejmareke kêm a şêniyan vegeriyan deverên xwe, bi awayekî ku heta niha tenê 150 malbatên Kiristiyanan vegeriyane.”

Ev di demekê de ye ku Kiristiyanên Îraqê di dema borî de tûşî hejmareke nexweşî û veguhastin û gefên cuda cuda bûn. Di du dehsalên borî yên Îraqê de jî, Kiristiyan bi givaştinên cuda cuda yên siyasî hatine derxistin. Hejmareke wan ber bi Herêma Kurdistanê ve koç kiriye û lê akincî bûne, hejmareke wan jî berê xwe daye derveyê welatî. Stem, şerê tayîfî, neseqamgiriya parêzgehên naverast û başûrê Îraqê û kêmiya xizmetkariyan sedemên serekî yên koçkirina Kiristiyanan ji Îraqê bûn.

Seroka Rêkxistina Azadiya Dînî ya Navdewletî Nadine Maenza di daxuyaniyekê de ji bo malpera Dengê Amerîkayê ragehand, “Kiristiyanên Îraqê li jêr givaştin û hovîtiya milîşyayan de ne û di rewşeke xirab de dijîn.”