Harris bi awayekî fermî bû kandîda Demokratan ji bo Serokatiya Amerîkayê

Kamala Harris
Kamala Harris

Navenda Nûçeyan (K24) - Kamala Harris wekî kandîda fermî ya Demokratan ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hat diyarkirin.

Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris bi awayekî fermî pêgeha xwe wekî kandîda serekî ya Partiya Demokratan di hilbijartinên Mijdara îsal ên serokatiya wî welatî de misoger kir.

Bi rêya rapirsiyeke serxet a Demokratan ku pênc roj pê ve çûn, Kamala Harris karî dengên 99% yên şandiyên Demokratan bi dest bixe, wesa jî dibe kandîda fermî ya wê partiyên ji bo rûbirûbûna Donald Trump di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de. Pêşbînî tê kirin ku pêşbirka navbera Trump û Harris gelek bibandortir be ji wê ya ku tê çaverêkirin.

Şirovekerê Stratejîk ê Komariyan Matt Terell di vî warî de got, “Dengderên serbixwe, ku hêşta xwe yekalî nekiriye ka dengê xwe bidin kîjan kandîdî, bandoreke zêde li ser hilbijartinan dibe. Ev jî girêdayî pirsa helawsan, koçberî, aborî û kêmkirina tawanan e.

Matt Terell herwesa got, “Ez li wê bawerê me ku Trump di serederîkirina bi van arêşeyan re baş e.” Geşbîniya Komariyan bi vekişiyana Biden zêde bû, lê bijardeya hatina pêş a Kamala Harris ku bibe kandîda Komariyan rewşeke nû bi Demokratan da. Li dû rapirsiyên vê dawiyê, di heftiyekê de pêşkeftina Trump ji sê xalan bo nîvê kêm bûye.