Aram Mihemed Qadir: Kabîneya Nehê giringiyeke baştir daye xwandina bilind û navendên akademî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîmên bikarxistina ezmşngehên pirojeyên teknolojî de ragehand, “Tevî qeyranên darayî, di Kabîneya Nehê de giringiyeke baştir bi xwandina bilind û navendên akademî yên pîşeyî hatiye dan.”

Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aram Mihemed Qadir got, “Neh ezmûngehên pêşkeftî yên warên torên pêkvegirêdana eliktironî (networking), telecommunication û Cyber Security li zanîngehên polîteknîkî yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dikevin karî, ku ew piroje bi xerciya milyonek û 400 hezar dolaran ji aliyê Hikûmeta Amerîkayê ve hatiye bicihanîn, bi merema pêşxistina şiyanên zanîngehên Herêma Kurdistanê.”

Navbirî di konferanseke hevpar a rojnamevanî de bi Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê re ragehand, “Tiştê ku hatiye kirin pirojeyeke hevpar a Wezareta Xwandina Bilind, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û her sê zanîngehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ye, ku pêdivîtiyeke niha ye û dê bandor li ser bazarê karê navxweyî û navdewletî jî ji bo Herêma Kurdistanê hebe.”

Wezîrê Xwandina Bilind eşkere jî kir, “Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî stratejiya xwe ji bo vê qonaxê ragehandiye, ji bo ku em peywendiyên navbera navendên akademî û bazarê karî pêş bixin, lewma jî em piştrast in ku bi vê pirojeyê em dikarin bi rêya derçûyên warên ku ev piroje giringiyê pê dide valahiyên xwe di vî bazarê Herêma Kurdistanê de pir bikin.” Herwesa got, “Ji ber ku xwandina bilind erkekî serekî di çêkirina şareza û pilanan de ji bo bazarê Herêma Kurdistanê heye, lewma jî nabe em pêngavan paş bixin.”

Aram Mihemed Qadir amaje jî da, “Tevî qeyranên darayî, Kabîneya Nehê giringiyeke baştir bi xwandina bilind û navendên akademî yên pîşeyî daye, amaje jî wê yekê diselimînin ku rehendên navdewletî yên zanîngehên Herêma Kurdistanê gelek pêş ve çûne, û zanîngehên me berdewam bi zanîngehên navdewletî re di peywendiyê û çêkirina pirojeyên pêşxistinê de ne. Pirojeya pêşxistina teknolojiyê jî yek ji berhemên wan bizavan e, lewma jî ez hêvîdar im di kabîneya bê de me ev qeyrana ku heye derbaz kiribe û pêngavên zêdetir û baştir bên avêtin.”