Daxuyaniya Wezareta Derve ya Urdinê ji bo K24ê li ser êrîşa Îranê bo ser Israîlê

Wezareta Derve ya Urdinê
Wezareta Derve ya Urdinê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Urdinê daxwazê ji hemî aliyan dike ku xwe rabigirin û dibêje, “Têkçûna rewşa deverê di berjewendiya çi aliyan de nîne.”

Çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Urdinê îro (Sêşem, 06.08.2024) di derheqa êrîşa çaverêkirî ya Îranê bo ser Israîlê de ji K24ê re got, “Bi piştrastî ve têkçûna rewşa devera Rojhilata Navîn û zêdetir mezinkirina aloziyan di berjwendiya çi aliyan de nîne.”

Şandeke Urdinî di çend rojên borî de serdana Tehranê kir û bi berpirsên Îranê re civiya. Armanceke serekî ya wê şandê, ku nameyeke Amerîkayê pê re bû, poşmankirina Tehranê ji êrîşkirina li ser Israîlê bû, lê berpirsên Îranê piştî wê serdanê her zû tekez kir ku, ew rijd in êrîş bikin ser Israîl û wê tenbî bikin.

Tevî ku çavkaniya K24ê pilana berpirsên Urdinê ji bo tenakirina rewşa niha ya Rojhilata Navîn eşkere nekir, lê tekez kir ku ew dê hemî bizavan bikin, ji bo ku rêyê li zêdetir mezinbûna aloziyan bigirin. Daxwaz jî kir ku, “hemî alî xwe rabigirin.”

Hejmareke berpirsên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ku nexwast navên wan bên eşkerekirin ragehand, wan bi rêya satelîtan dîtiye ku di çend rojên borî de Îranê manoreke serbazî kiriye û livîn bi sekoya avêtina moşekan kiriye, ew jî wekî berheviyek ji bo êrîşkirina li ser Israîlê.