Urdin nameyeke nerazîbûnê dide Îraqê

Urdin
Urdin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Urdinê nameyeke nerazîbûnê li ser hebûna Heşda Şebî li nêzî sinorê navbera herdu welatan dide Îraqê.

Perlemanterekî Urdinê ku nexwast navê wî bê eşkerekirin ragehand, “Aliyê Urdinî berî çend rojan Îraq li ser nîgeraniya xwe ji hebûna hêza Heşda Şebî li nêzî sinorê xwe haydar kir. Ew vê binecihkirina hêzê li nêzî sinorî wekî bikaranîneke xirab dibîne, ku mijûlî operasyonên serbazî ne li dijî Israîlê û dixwazin asmanê Urdinê ji bo bombebarankirina hin cihên Israîlê bi kar bînin, ev jî rewşê xirabtir dike û Emanê dike pareke devera şerî.”

Wî perlemanterî amaje jî da, “Îraqê çend caran piştrastî daye Urdinê ku, çi metrisî di binecihkirina wan hêzan li ser sinorî de nîne û ew hêzên fermî ne û girêdayî Hikûmeta Îraqê ne, herwesa ew tenê li ser sinorî nînin, belkî hêza zêrevanên sinorî jî ku girêdayî Wezareta Navxwe ya Îraqê ye li wê derê hene.”

Berpirsekî din ê Wezareta Derve ya Îraqê jî ji rojnameya Erebî Cedîd a Qeterî re ragehand, “Bexdayê gelek caran selimandiye ku, armanca hebûna hêzên Heşda Şebî li deverên biyabanî rêgirtina li Rêkxistina DAIŞê ye, û ew jî çi metirsiyan li ser welatên cîranên Îraqê çê nake.”

Wî berpirsê Wezareta Derve ya Îraqê eşkere jî kir, “Ew operasyonên ji aliyê desteyên Îraqî ve li dijî Israîlê hatine kirin ji navxweya Sûriyeyê bûne, hebûna niha ya hêzên Heşda Şebî li Rutbeyê, bi rex Urdinê ve, çi peywendî bi wê çalakiyê ve nîne.”

Berpirsê jêgotî ron jî kir, “Urdin rêyê li binpêkirina serweriya xwe ya asmanî digire, eger desteyên Îraqê biryar bidin ku opersyonên xwe li dijî Israîlê berfirehtir bikin.”