Rewşenbîr û mamostayên olî yên Dihokê tekezî li ser pêkvejiyana pêkhateyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend welatî û mamostayên olî gilî li ser Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo li dadgeha Dihokê tomar kirin, ku wek ew dibêjin “Şeşo di salvegera jenosîda Êzdiyan de, gotinên nebaş li ser Pêxember Mihemed (Silavên Xwedê lê) kirine.”

Parêzer Behaeddîn Deştanî ku dosyeyê li dadgeha Dihokê bi rê ve dibe, di kongreyeke rojnamevanî de got: “Bi dehan gilî li dijî Qasim Şeşo hatine tomarkirin û dosya bi awayekî dadperwerane birêve diçe.”

Herwiha parêzer Bîrhat Haron got ku ew wek parêzerekî Êzidî beşdarî dozê dibe û got: “Ji ber ku Herêma Kurdistanê bi dehan salan qurbanî dane, da ku Kurdistan bibe mînakeke serkeftî ya pêkvejiyana pêkhateyan û bi gotinên kesekî, ev pêkvejiyan têk naçe.”

Parêzer Bîrhat Haron diyar kir, piştî komkujiya li dijî Êzidiyan, xelkê Dihok, Zaxo û herêmên din ên Herêma Kurdistanê deriyên dil û malên xwe ji xwişk û birayên xwe re vekirin û destê alîkariyê dirêjî wan kirin.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Şingalê yê Hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo ji K24ê re got: “Min bi ti awayî, gotinên nebaş li ser pêxemberê îslamê negotine. Em rêzê li misilmanan digirin. Hin aliyan gotinên min guhertine û ji bo armancên xwe bikar anîn.”

Tekez kir jî: “Min behs kir ku di dirêjahiya dîrokê de çend ferman li ser Kurdên Êzidî hatine derkirin, ya herî dawî jî ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve bû ku bi hezaran zarok, ciwan û jinên Êzidî di bin navê (La îlahe îlla Allah û Mihemed Resûl Allah” de kuştine. Tiştê ku DAIŞ’ê kiriye, ti pêwendiya xwe bi Îslamê re tune bû. Min tenê wiha got, lê hinek aliyan destkarî di gotinên min de kirin.”

Qasim Şeşo her wiha got: “Herêma Kurdistanê navenda pêkvejiyana hemû pêkhateyan e û em wek Êzîdî rêzê li Îslamê û hemû olên din digirin. Ez lêborîna xwe ji wan kesên ku gotinên min şaş fêm kirine, dixwazim.”