PWK: Bila hemû şaredarîyên li Bakurê Kurdistanê kurdî bikin zimanê duyem ê şaredarîyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bakurê Kurdistanê hinek şaredarîyên bajar û navçeyan, ji bo alîkarî û balkêşîya welatîyan, hinek qaîdeyên trafîkê bi kurdî li li ser kolanan nivîsandin. Lê belê ew nivîsên bi kurdî, tên reşkirin û jêbirin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser reşkirin û jêbirina nivisên kurdî  daxuyaniyek parve kir û tê de got: “Em bangî miletê Kurd dikin da ku bi kurdî biaxivin, kurdî fêr bibin, kurdî bikin zimanê jîyanê!

Em bangî hemû şaredarîyên li Bakurê Kurdistanê dikin, da ku zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) bikin zimanê duyem yê şaredarîyan û navên kurdî yên hemû  bajar, navçe û herêman li gel navên bi tirkî bikar bînin.

Em bangî hemû baroyên li Bakurê Kurdistanê dikin ku di derbarê van êrîşên li ser zimanê kurdî dozan vekin û di qada navneteweyî de jî, ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê li gorî wan peymanên ku îmze kirîye tevbigere, hemû hewlên pêwîst bi cîh bînin.

Belê, êrîşên li ser zimanê kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahîyê ye.

Zimanê me rûmeta me ye. Pêşî Kurdî”