Sezgîn Tanrikulu: Divê AK Partî rêzê li zimanê dayîkê yê welatiyan bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu got, Kurdî zimanê dayîkê yê welatiyan e û bang li AK Partiyê kir ku girîngiyê bide zimanê dayîkê yê welatiyan.

Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê reşkirina nivîsên hişyariyê yên bi zimanê kurdî de li ser kolanên Diyarbekirê hatine nivîsîn de, civîneke rojnamevanî lidar xist.

Tanrikulu got: “Li Diyarbekir û navçeyê krîzeke din heye. kesên çûne Diyarbekir û Wanê dizanin, li ser rê gelek tablo û rênîşan hene ku li gel tirkî, bi zimanê kurdî û îngilîzî nîşane hene. Şaredariyên piştî qeyumê hatine, gavek nû avêtin û li ser peyarêyan bi kurdî nivîsên wek “pêşî peya, hêdî” nivîsandine.”

Herwiha Tanrikulu got: “Lê hefteya borî bi awayekî nehênî, lê bi fermana Wezareta Navxwe, ev nivîs hatine reşkirin. Ev jî nîşan dide AK Partî li hemberî zimanê dayîkê çiqas bêhnteng e. Kurdî zimanê dayîkê yê welatiyên me ye. Divê AK Partî rêzê li zimanê dayîkê bigire û careke din karên wiha neke. Emê li ser vê daxwaza xwe berdewam bin.”