Navenda Lihevanînê: Hêzên rûsî û sûrî baregehek li Kobanê ava kirin

Hêzeke rûsî
Hêzeke rûsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên rêjîma Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê baregeheke leşkerî li Kobanê ava kirin.

Cîgirê Rêveberê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê Albay Oleg Ignasyuk di daxuyaniyekê de got, “Hêzên Rûsyayê û hêzên Sûriyeyê avakirina baregeheke leşkerî li nêzîkî Kobanî temam kirine.”

Li gorî Albay Oleg Ignasyuk, avakirina vê baregeha leşkerî, di çarçoveya çavdêrîkirin agirbestê di navbera aliyan de ye.”

Tevî ku ji sala 2012an ve hêzên hikumeta rêjîmê ji Kobanê vekişyabûn, lê di sala 2019an de careke din hêzên rêjîmê derbasî herêmê bûn.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, ji bilî vê baregehê, hêzên rûsî di Hezîrana borî de, du baregehên din li gundên Bîr Hiso û çiyayê El-Îza'a li rojavayê Kobanî ava kiribûn.