Hûsiyên Yemenê: Me heta niha 170 keştî kirine armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Hûsiyên Yemenê ragihand, wan di nava 9 mehan de, 170 keştî kirine armanc û piştrast kirin ku ew beşek in ji “Bereya Berxwedanê”.

Hûsiyên Yemenê ragihand, wan Di navbera Mijdara 2023an û Tîrmeha 2024an de, 170 keştiyên ku pêwendiya wan bi Îsraîlê re hene, kirine armanc.

Herwiha Hûsiyan diyar kir jî, 41 keştiyên Îsraîlê, 72 Amerîkayê û 12 keştiyên Brîtanayê bûne armanca êrîşên wan.

Da zanîn: “Operasyonan keştiyên dii Deryaya Sor, Deryaya Erebî, Zeryaya Hindî û Deryaya Naverast re derbas dibûn kirine armanc.

Armanckirina keştiyan wiha ye: Li Zeyaya Hindî 7 keştî, li Deryaya Ereban 6 keştî, li Kendava Adenê 8 keştî, li Deryaya Sor 18 keştî, li Deryaya Spî 2 keştî.

Hûsiyan diyar kir jî, wan hejmarek keştiyên leşkerî ji wan 49 keştiyên barhilgir ên leşkerî, firqat, wêrankerên şer û keştiyeke firokeyan hildigire jî kirine armanc.