Xalîde Xelîl: Êzidî bi destê Serok Barzanî hatin rizgarkirin

Berdevka Baregeha Barzanî Xalîde Xelîl
Berdevka Baregeha Barzanî Xalîde Xelîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Baregeha Barzanî Xalîde Xelîl diyar dike, rola Serok Barzanî ji bo Êzdiyan berçav û diyar e. Êzidî jî ji ber hebûna komên neyasayî nikarin vegerin Şingalê.

 

Xalîde Xelîl ji K24ê re ragihand: “Rola Serok Barzanî ji bo Êzdiyan berçav û diyar e û bi berdewamî piştevaniya Êzdiyan kiriye. Di sala 2015an de Şingal li ser destê Serok Barzanî hat rizgarkirin û êzdî jî bi destê cenabê wî hatin rizgarkirin.

 

Berdevka Baregeha Barzanî got jî: Mixabin piştî rizgarkirina Şingalê, ew navçe ketiye destê hinek aliyan û rewşa wê niha ne aram e. Ji ber wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera xelkê wê rêkeftina Şingalê îmze kirin.”

 

Herwiha tekez kir, heta niha rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin û grûpên neyasayî, milîs û PKK li wir mane, ku bûne asteng li pêşiya vegera xelkê wê bo mal û milkên xwe.

 

Diyar kir jî: “Hin alî li Bexdayê hene rê li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê digrin. Em ligel wê yekê ne ku xelk bi awayekî xwebexş vegerin warên xwe. Ne wek hikûmeta Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan ku dixwazin xelkê Şingalê bi zorê ji kampên Herêma Kurdistanê vegerînin.”

 

Xalîde Xelîl tekez kir jî: “Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî alîkarîya xelkê Şingalê kirine û di kampan de hemû pêdawîstiyan ji wan re dabîn kirine.”

 

Teroristên DAIŞê li roja 3ê Tebaxa 2024an êrîş kir ser Şingalê û Êzidiyên Şingalê û wê deverê jenosîd kirin. Di wê êrîşê de, teroristên DAIŞê zêdetirî 6500 jin û zarokên Êzidî revandin û zêdetirî 350 hezar kesên din jî awareyî kempên Herêma Kurdistanê bûn. Herwesa nêzî 2500 Êzidiyan jî heta niha winda ne.