Li Diyarbekirê 81 kes ji ber madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Gerînendehiya Ewlekariyê ya Diyarbekirê da zanîn, di tîrmehê de li Diyarbekirê di çarçoveya operasyonên dijî madeyên hişbir de 471 kes hatine binçavkirin û ji wan jî 81 kes hatine girtin.

Beşa Narkotîkê ya Gerînendehiya Ewlekariya Diyarbekirê encamên operasyonên meha tîrmehê yên dijî bikaranîna madeyên hişbir ji raya giştî re ragihand.

 Li gorî agahiyên hatine ragihandin, di tîrmehê de li Diyarbekirê di encama operasyonên dijî bikaranîna madeyên hişbir de, 471 berguman hatine binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin jî, 81 kes hatine girtin û bo girtîgehê hatine rêkirin. 

Her wiha di operasyonan de, 1 ton 461 kîlo û 270 xiram skunk, 70 hezar û 783 lin extacy, 8 kîlo û 832 xiram esrar, 2 kîlo û 64 xiram metamfetamîn, 3 hezar û 335 lib kok kenevir, 674 lib dermanên sentetik, 194 xiram kokain, 1 xiram eroin hatiye bidestxistin.