Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şewatên mezin derdikevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şewata du navçeyên parêzgeha Aydinê gihîşt gund û deverên avedankirî. li gel hewlên  vemirandinê, hejmarek mal û dever hatin valakirin.

Ji ber bilindbûna pileyên germê û hişkesalî, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê şewatên mezin derdikevin û ziyanên mezin digihînin jîngehê. Şewata ku du navçeyên Aydinê li ber xwe girtiye, li devereke 250 hektar didome.

Parêzgarê Aydinê dibêje, şewat bi bayê belav dibe û ji ber vê li hin gundan hejmarek mal hatine valakirin. Herwiha rêya sereke ji hatiye daxistin.

Li Bakurê Kurdistanê bajarên Çewlîg, Dêrsim, Xarpût û Wanê jî şewat derketin. Di heyama hefteyekê de li Çewlîgê 12 şewat derketin û nêzîkî 10 hektar daristan şewitîn.

Şewata navçeya Muks ya Wanê bi hewlên welatiyan hate vemirandin.