Hikûmeta Iraqê bacên gumrikê li ser kompaniyên Herêma Kurdistanê ferz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Hikûmeta Iraqê xalên gumrikê di navbera Kerkûk-Hewlêr û Kerkûk-Silêmanî de hatine danîn. Her kompanyayek ku moleta karkirinê tenê li Herêma Kurdistanê hebe, rê nayê dayîn di van xalên gumrikê re derbas bibe, vê yekê jî kêşe ji bo şofêrên kamyonan çêkiriye û bûye sedema bilindbûna nirxê hinek berhemên xwarinê û kelûpelên curbicur û pêdiviyên rojane yên xelkê.

Li xala kontrolê ya Dareman a li ser rêya serekî ya Kerkûk-Hewlêrê, ji ber xalên gumrika Iraqê bi dehan kamyon hatin rawestandin û zêdetir ji sê rojan li cihê xwe mane.

Mihemed Meyahî ku şofêrê kamyonê û xelkê Nasiriye ye, kelûpelên elektirîkê ji Herêma Kurdistanê bar kiriye, lê rê nehat dayîn ku ji xala gumrika Daremanê derbas bibe.

Ew dibêje: “Min belge nîşanî wan da ku ew kelûpel ji Besrayê ketine Iraqê ji wir derbasî Herêma Kurdistanê bûne, lê ew niha nahêlin ez wan vegerînim. Çi ferqa Herêma Kurdistanê û Iraqê heye ez nizanim.”

Ajokarekî din ê kamyonê jî got: “Ev 3 roj in ji ber germê em asê mane. Belgey hene û me hemû rêkar temam kirine, lê nizanim çima nahêlin em tiştên xwe derbas bikin.”

Danîna van xalên gumrikê, rasterast bandor li bazarên Kerkûk û parêzgehên din ên Iraqê kiriye û nirxê kelûpelan zêde bûne.

Dikandarê ji Kerkûkê Reşîd Gezneyî dibêje: “Ew rê nadin ti kelûpel bêyî gumrik derbasî Kerkûkê bibin. Biryara hikûmeta Iraqê ew e ku divê ew kelûpelan bibin Mûsilê û li wir bên gumrikkirin û piştre vegerin Kerkûkê.”

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, hikûmeta Iraqê ev xalên gumrikê danîn, lê piştre hatin rakirin û hatinûçûna kamyonan normal bû, lê niha bi biryara Encûmena Wezîran a Iraqê careke din hatine danîn.