Hilbijartinên ezmûnî li Dihokê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijartinên ezmûnî yên şeşemîn gera Parlamentoya Kurdistanê, dê hefteya bê li parêzgeha Dihokê bên kirin.

Biryar e hefteya bê, hilbijartinên ezmûnî yên Parlamentoya Kurdistanê li parêzgeha Dihokê werin kirin. Li gorî Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Xelayî, pêwîstiyên hilbijartinê gihîştine Dihokê û her kêmasyek hebe, dê çareser bikin.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hemû alavên pêwîst ji bo navendên dengdanê li hemû parêzgehan, şandine. Xelayî jî got: “Berî ku hilbijartinên ezmûnî were kirin, alavan kontrol dikin da ku piştrast bibin ku pirsgirêk dê tune bin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê 20-10-2024’an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan werin kirin.

Roja 20-05-2024an, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji 100 kursiyan, 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyên wek kuta terxan kirin û hejmara kursiyên giştî kêm kir.

Dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan:

1. Hewlêr: 32 kursî

2. Silêmanî: 36 kursî

3. Duhok: 24 kursî

4. Helebçe: 3 kursî

(Bi tevahî: 95 kursî)

Dabeşkirina hejmara kursiyên kotayê li ser parêzgehan:

1. Hewlêr: 2 kursî

2. Silêmanî: 2 kursî

3. Dihok: 1 kursî

4. Helebçe: nîne

(Bi tevahî: 5 kursî)