Dahata Dana Gaz ji kêlgeha Kormorê zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Dana Gas dibêje, rêjeya qazanca wê ya çaryeka duyemîn li kêlgeha Kormorê, ji sedî 3 zêde bûye.

Kompanyaya Dana Gas a Îmaratê ku serperiştiya derxistin û hinardekirina gazê ji kêlgeha Kormorê li Herêma Kurdistanê dike, di daxuyaniyekê de eşkere kir, rêjeya qezenca wan a çaryeka duyemîn li kêlgeha Kormorê ji sedî 3 zêde bû.

Kompanyaya Dana Gas amaje bi wê jî kir, “Bi berawird sala borî re, dahata wan 34 mîlyon dolar zêde bûye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji bilî berhemanîna gazê, berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê giheştiye, rojane 37 hezar bermîlan.

Dana Gas da zanîn, her çend e hin caran li Herêma Kurdistanê rastî êrîşan hatine, lê ew li ser temamkirina projeya ‘Kormor 250’ li kêlgeha Kormorê ya Herêma Kurdistanê berdewam in.